Platonê Leşker

Dîrok: Hêzîran 12, 2019, 12:52

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 4610

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şikir ji Xwedê re ji serdema Sokrates im."

Platon, xwediyê van gotinên li jor, hevrê û şagirtê Sokrates. Lêbelê berevajî mamosteyê xwe, xwedî çelengiyek binav û deng, lêşkerek mihteşem! û ma ne navê Platon jî, ji ber milên xwe yî fireh û ji ber laşê xwe yî atletîk heq kirûbûye. Wî ciwanê ku di nav rehetî û aramiyê de jiyane xwe diborand çû pêrgî Sokrates hat, êdî ti tişt dê ne wek berê ba ji lew re, Platon ruhê xwe yî kubar radestî Sokrates kiribû. Mamosteyê wî bi pirsên xwe yên tûj, yek bi yek dogma yên di mejiyê wî de cih girtibûn dişkenand! Platon ê delûdîn sergiran bibû, heya ji dest wî dihat peyvek jî beleheq nedikir, fêrî guhdariyê bibû lê heya ku ew roja bi elem qewimî!

Di ravekirina hîn mijarên dîroka felsefeyê de, ez ji wê terza kronolojîk û ezbere heznakim. Bi ya min jiyan û felsefeya feylezofan ji hev ne cihê, berevajî du insûrên hevseng in. Têkiliyek xurt di nabêna jiyan û felsefeya wan de heye,  pêrgîhatin û qewimînên di jiyana wan a taybet de bingeha felsefeya wan jî ava dike. Meselen mirov nikare bibêje Nietzsche hema wilo cê rehetiyê de gir avêt jinan! yan jî mirov nikare gazinan ji Schopenhauer bike ku çima felsefeya xwe li ser bedbîniyê ava kiriye! îja di vî warî de mînaka herî baş jiyan û felsefeya Platon e. Wexta ku mamosteyê wî Sokrates bi "şûrê demokrasiyê" hat kuştin Platon hîn bîst û heyşt salî bû. Piştî vê bûyerê wî heta hetayê ji demokrasî û ji kerebalixê nefret kir. Demokrasî rejîma herî qirêj ya dinyayê bû û divê demildest ji binî de bihata rûxandin li dewsa wê jî rêvebiriyek ku ji alî kesên zane/feylezof pêk tên, bihata ava kirin. Platon temama jiyana xwe li gorî vê fikrê dîzayn û amade kir.

Belê Sokrates hat kuştin, Platon jî ji Atînayê reviya li gor hinek çavkaniyan berê xwe dabû Başûrê Filîstînê û di nav ramangerên civakparêz de mabû lê li gor hinekan jî çûbû Hîndîstanê û di bin bandûra fikrên mîstîk de mabû li gor hîn riveyetan jî ew, ewqas dûr neçûbû li Îtalya di nav mekteba Pitagoras de bû. Lêbelê hertişt li aliyekî ji "dewleta îdeal" ya Platon mere fêm dike ku ew ji rêveberiya teokrat ya Misirê haydar bû. 

Werhasil Platon donzdeh sal şûn de (B.Z.387) mîna feylezofekî qerase vedigere Atînayê, êdî temenê wî gihaye çelî, civakên nuh, rêveberiyên nuh naskiriye belam dev ji dijberiya xwe ya demokrasiyê bernedaye.

Platon dibêje çima di karê herî hêsan de jî em li pê hostatî û zanetiyê digerin lê çima di mijara îdarekirina dewletê de em ne wilo hesas in. Ma wexta em nexweş dikevin, em tixtorê xwe li gor kîjan krîterê hildibijêrin? Em li bedewbûna wî yan axaftina wî, qelewbûna wî - zihîfbûna wî yan jî zanetiya wî dinerin? helbet can û ruh şirîn e loma jî di nexweşiyekê de em li tixtorê herî jîr û zîrek, herî zane û serketî digerin. Îja pirs ev e; dema ku dewlet nexweş dikeve em çima bi heman hesasiyetê tevnagerin! çima em vê dewleta nexweş bo tedawiyê radestî feylezofan nakin û ji însafa karmend û tacirên bêehlaq û çavbirçî re dihêlin! Kesên ku bixwazin di rêveberiya dewletê de cih bigrin divê ji felsefeyê û ji aboriyê fêm bikin, divê civaka xwe nasbikin. Niha em li roja xwe a îroyin dinêrin em fêm dikin ku Platon çiqas mafdar e, mixabin zircahilên ku haja wan ji bayê felekê tuneye bi hêza perên xwe, gel manîpule dikin û dibin îktidar.

Ferhat Dayan

12.06.2019


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019