Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Dîrok: Gelawêj 5, 2019, 7:18

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 2278

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welidî. Dîroka rojbûna wî û a Kralê wê demê Frederick William yek bûyî û loma jî bavê wî wek nîşana welatperweriyê navê kral li Nietzsche kir. "Qe nebe di rojbûna min de îsabetek hebû, rojbûna min li seranserî welêt de mîna cejnekê dihat pêşwazîkirin û pîrozkirin"

 

Piştî mirina bavê wî yî rahîb, Nietzsche hîn zarokî ma li ber destê dayik û xuşka xwe, ji ber vê sedemê jî Nietzsche wek zarokek keç hate mezinkirin, mîna keçan hesas û hestyar bûyî, wek hevalên xwe hêlîna çivîkan xera nedikir, ji lîstina selehan heznedikir, tekan e tişta ku xweşa wî diçû li koşeyek bêdeng rûnişta û ji xwe re Încil bixwenda! hevalên wî, navê wî kiribûn "rahîbê biçûk" Nietzsche wê dema zarotiyê de, leqeba xwe heq dikir.

 

Di ciwaniya Nietzsche de ti şûn û şopa oldariyê nema (Xwedê mir) wî di ciwaniya xwe de bala xwe da ser muzîkê "jiyanek bêmuzîk pûç e" ji Wagner ê muzîkjen pir hez dikir, bi gotarên xwe tim pesnê wî dida, êdî Nietzsche ji xwe re xwedayekî nuh dîtibû! Lêbelê her ku şan û şohreta Wagner bilind dibû Wagner jî ji ser xwe diçû û vediguherî mirovek ji rêzê; êdî li nav civatê Wagner veguherîbû pûtekî! Belam ruhê Nietzsche ku dij-pûtperest li ber vê yekê bêdeng nema û Wagner jî kuşt!

 

Nietzsche demekê jî din û bala xwe da ser zanistê di zaningeha Basle de bi ûnvana profesortiyê derzên fîlolojiyê dida lêbelê ev yek jî pir neajot "jiyana ku li ser kursî û maseyan bihêt bihurandin ne ti jiyan e."

 

Nietzsche piştî huner û zanistê bi felsefeyê hesiya "felsefe ew mabed e ku destê zirtepozan nikare wir qirêj bike." Mirov dikare bibêje ku Nietzsche herî pir di bin bandûra Schopenhauer de maye "tê bibêjî qey Schopenhauer tenê ji bo min nivisiye." Nietzsche li ser felsefeya ehlaqê hûr bû, bi nemaze li ser têgeha "başî" û "xerabiyê" rawestiya. Bi ya Nietzsche wateya peyva başî û xerabiyê li gorî çîna kesê ku van têgehan bikar tîne diguhere anku başî û xerabî li cem serdest û bindestan de, ne di heman wateyê de ye. Nietzsche li dijî ehlaqê xiristiyaniyê îlana şer ragihandibû. "Pergala ehlaqê Ewrûpayê bi temamî li ser bingeha parastina keriyan ve hatiye damezrandin." Li gorî Nietzsche li Ewrûpayê ti wateya ehlaqê nemabû, xiristiyanî kufukî bibû. "Xiristiyanên ewil, bêrawest tenê ji bo wekheviyê xebitîn, heke niha roja me a îroyîn de bijiyan; bi îhtimaleke mezin wê sirgunî Sibiryayê bibana." Aha tam jî ji ber van sedeman Nietzsche gotina xwe yî herî populer diqîre "Xwedê mir! Xwedê mir! dîndaran wî kuşt." Yanî Nietzsche dixwest ku bibêje dîndaran ji bo berjewendiyên xwe û ji bo mirovan têxin bin bandûra xwe tim navê Xwedê bikar anîn lêbelê ev yek jî bû sedema mirina Xwedê. (çiqas dişibe welatê ku em lê dijîn ne wisa)

 

Meriv dikare bibêje ku bi "mirina Xwedê" ve, rêwitiya -jormirov- destpê kir û Nietzsche ji bo felsefeya jormirov bide naskirin, Zerdeşt kirî berdevkê xwe! 

 

Nietzsche berî ku aqil bavêje mîna ku mirina xwe hîs kiribe ji xuşka xwe re wisa gotiye: "Soz bide min xuşkê, heke ez mirim nehêle ji xêndî dostên min kes were ser cenazeyê min, min ji qerebalixa meraqdar dûr bixe. Di wê weziyeta min a bêparistin de, bila rahîb neyên ser mezelê min û derew merewan nekin"

 

Ferhat Dayan

05.08.2019


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019