Gotar

Însan Heyîneke Felsefîk e

Ferhat Dayan 1,242 Xwendin

Însan Heyîneke Felsefîk e

Ez însan im û pêdiviya min bi avê heye, bi xwarinê heye û bi xewê heye, lê felsefe ji van pêdiviyan wêdetir û zêdetir e. Taybetmendiya berbiçav ya însên; fikirîn e. Malzaroka felsefeyê mejî ye, felsefe di vê malzarokê de digihêjê û ji fikirînê diwelide. Ji loma felsefe ji pêdiviyê bêtir perçeyek jî însên e, însan bi xwe ye bi gotineke din; însan heyîneyeke felsefîk e. Îja heke em dê qala pêdiviyekê bikin divê em felsefeyê jî wek organên (çav, guh, dest) din yên mirovî bigirine dest. Ji bo em xwe û cîhanê bibinîn pêdiviya me bi çav heye. Ji bo em xwe û cîhanê bibihîzin pêdiviya me bi guh heye û ji bo em ji xwe û ji cîhanê fêm bikin pêdiviya me bi mejî-fikirîn-pirskirin yanî bi felsefeyê heye û heke em ji xwe û ji cîhana xwe tiştekî fêmnekin, em çiqasî lê binerin jî, bibihîzin jî, dest bidên jî em ti zewq û tehmê jê nastînin ji loma felsefe bo însanî amûrek jêneger e. 

 

Ferhat Dayan 

15.02.2016

 

Çavkanî: malpera felsefevan

Şîrove