Dîrok: Adar 7, 2019, 10:05
Nivîskar: Ferhat Dayan
Dîtin: 1193
Mirovahî di nav xwe de, di warê çandî û warê ziman yan jî di warê aborî de, hertim danûstendinekê deye. Ev pêwendiyê di nava mirovan carinan çand û zimanê hinek gelan pêşxistiye, carinan jî hinek ziman ji dîrokê wenda kiriye.
Desthilatdar kîjan hêz be ziman,nerîn,ol û çanda wê hêza bandor li ser civak û gelên din kiriye. Lê di jiyana mirovan de bandora xwezayê jî tiştekî hêjayî gotinêye û tê gotin mirovahî hinek tiştan ji ajalan fêrbûye.Fêrbûna mirovan a ku ji ajalan,dibe kû sedî sed ne zanînek zanîstî be,lê belê wek hemû mitolojî, destan û efsaneyên insanetiyê bingeha wê de jî rastîyek heye.
Jiyan û şerê morîya ji bo vê yekê mînakek baş e.Wek tê zanîn di nav ajalan de morî/gêrik gor ajalên din bi awayekî birêxistî tevdigerin.Di hundirê vê jiyana bipergal de her morîyek û karê wî heye,wek morîyên karker, morîyên parastinê yan ên êrişkar û hwd. Lê di vê mijarê de tiştê herî balkêş bêguman şerê morîya ye,dema ku morî êrişî moristaneke ‘’moriyên dijmin’’ bikin û bi serkevin; liva wanî ya pêşî berê xwe didin depoyê genim û wan depona vala dikin duv re jî diçin hêkê ‘’morîyên dijmin’’ lê a balkêş tu xisarê nadin wan hêkana û dikşînin moristana xwe her wiha wek hêkên xwe li wan xwedî derdikevin.
Di asta dawî de ew hêk dibin morî û xwe ji moriyên din(ê ku wan revandiyî) cuda nabînin herwekî ew jî di nava jiyana moristanê dibin xwedî kar û bar, heman demî morîyên din jî wek ‘’xwediyên’’ xwe dibînin ango asîmilasyon digêje armanca xwe.
Dewletên dagirker,li ser xaka dagir kiriye her dem wek pergala şerên morîya tevgerîya ye. Dagirkerên Kurdistanê jî bi salane ji av û ax ji petrol û çavkaniyên erdnigariya kurdistanê sûd digre û ji bo kurd li ser vê yekê nexeyidin ,xwe wek milet û xwedî welat(kurdistan) nebînin li ser kurda beşa asîmilasyonê bi kar tînin.Di wî warî de dewleta Tirk bi awayekî profesyonel tevdigere û bi rastî wan kirinên xwe jî hewceyî veşartinê nabîne.Di pergala perwerdehiya Tirkiyê de armanca yekem asîmilasyon e. Pir zelal û pir eşkere dibêjin divê zarokên kurd bi taybetî jî zarokên keç di dibistanên tirkîyê de bixwînin. Li ba wan wateya xwendina zarokên keç mijarek pir giring e. Bê navber ji bo xwendina zarokên keç kampanya çêdikin. Dibejin; Divê zarokên keç ên kurd bi tirkî zanibin çimkî ew keçana rojek were wê bibin diya zaroka û her kes jî dizane di rastiya civakê de bandora dayikê li ser zaroka gor bav hîn zedetir e, eger dayik xwe ji kîjan miletî bihesibîne û bi kîjan zimanî bi axive bêguman wê zarokên wê jî bi wî zimanî bipeyive û wê asîmilasyon bigêje armanca xwe.
Belê hemu dagirkerên Kurdistanê ji bo berjewendîyên xwe wiha qirêj,wiha hov difikirin bêguman ew fikir û pekanîna bişavtinê, ew qîrkirina çandî dijî mirovahîyê ye.Belê hemû dagirkerên Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe wiha qirêj wiha hov difikirin bêguman ew fikir û pekanîna bişavtinê, ew qîrkirina çandî dijî mirovahîyê ye. Xwendin ne tiştekî şaş e yan jî dibistan ne tiştekî şaş e lê asîmilasyona mirovan şaşbûnek pir mezin e.
Perwerdehîya zimanê dayikê mafek xwezayî ye,divê bi lez dibistanên xwerû bi kurdî bêne vekirin.Lê divê kurd jî hez ji zimanê xwe bikin,hez ji çanda xwe bikin û zanibin ku zarokên kurd pêşeroja gelê kurd e,lewma pêwist e civaka kurd xwedî li zarokên xwe derkeve, ew erkeke neteweyî û dîrokî ye her wiha rêya azadbûna kurdistanê ji hezkirina çand û zimanê kurdî re derbas dibe.
Ferhat Dayan
çavkanî: malpera Pukmedia
"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi
Hêzîran 12, 2019Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d
Pûşper 5, 2019Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu
Êlûn 20, 2019Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey
Pûşper 16, 2019Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir
Gelawêj 5, 2019