Li ser Dilrehmiya Nietzsche

Dîrok: Adar 17, 2019, 10:52

Nivîskar: Ferhat Dayan

Dîtin: 1021

Li ser Dilrehmiya Nietzsche

Cudahiya di nabêna gotin û kirinên mirov her dem bûye mijara felsefeyê. Ma nakokiya fikr û tevgerê mirov durû dike? Mesela li gor Albert Camus, fîlozof her çi biparêze divê jiyana xwe jî gorî fikra ku diparêze dîzayn bike yanena ti qîmeta gotinên wî namîne. Camus di mijara gotin û kirinê de qala Schopenhauer dike. Schopenhauer, di gotinê de pesimîst lê di kirinê de bi têra xwe hedonîst e û ji loma jî li gor Camus mirovên bi vî rengî ne hêjayî rêz û hurmetê ne. Cudahiya di navbera Caraco û Ciaron jî mînakek baş e. Caraco got û kir -xwe kuşt- lê Ciaron! Hîn gelek tişt hene ku bê gotin lê bêyî ku zêde dirêj bikim ez dixwazim werim ser meseleya Nietzsche. Nietzsche ji mirovên dilbirehm hez nake li gor Nietzsche mirovên dilbirehm qels in yanî dilrehmiya wan ji qelsiya wan e, heke hêz bi dest kesên wiha bikeve ji dilrehmiya wan ti şop namîne ji loma jî bo wî ev yek durûtî ye. Lêbelê rojek dîrokî tê ku teoriye Nietzsche serobino bike. Milan Kundera bi vî şiklî behsa wê rojê dike; "Ev dîmen tên ber çavê mirov sal 1889 Nietzsche ji otela xwe yî li Turinê derdikeve û çav li wî zilamê ku hespê qamçî dike dikeve! bi lez dibezîne û bi hesirên mîna baranê dibare bi herdu destê xwe hespê himbêz dike, mîna ku ser nave Descartes* lêborînê ji hespê bixwaze! dînbûna wî piştî van hêsirên ku bo hespê dirijîne dest pê dike, aha Nietzscheyê ku ez jê hez dikim ev e.“

Ka ji min re bêjin merhemetek wisa bi kê re heye? kê dikare li ser hespekê hêsiran bibarîne, aqilê xwe li ser bide?

Nietzsche berevajî gotinên xwe dilrehmiyek bêpayan nîşan daye. Ev hêsirên ku li ser hespa reben barandiye hewqas bi bandûre ku  Psîkanalîstê hebûnparêz Irvin Yalom romana ku di derheqê Nietzsche de nivisiye, bi sernavê "wexta ku Nietzsche digiriya" weşandiye. 

Îja mere vê bûyerê gorî gotinên Nietzsche rave bike, gelo mere dikare bibêje Nietzsche qels bû û heke hêz bi dest wî biketa ti şûn û şop ji merhemeta wî nedima?

Li gor Marques De Sade merhemet di xwezaya mirov de nîn e. lêbelê ev nerîna Sade nerînek seqet e. Wek tûndî û xerabiyê, merhemet jî hestek mirovî ya xwezayî ye û axir Nietzsche çi bibêje jî di asta dawî de ew mirov e, xwedî merhamet e. 

 

* Descartes heywanan wek otomatan didît yanî li gor wî heywanan êş hîs nedikirin.

 

Ferhat Dayan

17.03.2019


Parve bike:

Gotarên Navdar

Platonê Leşker

"Şikir ji Xwedê re ku ez ne ji neteweyek dî me, Yewnan im; ne kole me azad im; ne jin im zilam im û şi   

Hêzîran 12, 2019

Felsefeya Kûçiktiyê

Berî ku ez qalê bînim ser Kynikîzmê, hewce ye ez bibêjim "kûçikatiya" d   

Pûşper 5, 2019

Helbest û Felsefe

Pevçûn û pevşabûna helbest û felsefeyê bi sedan sal e her berdewam e û wer xu   

Êlûn 20, 2019

Di Felsefeya Schopenhauer de Têkiliya Işq û Seksê

Schopenhauer, şopînerê İmanuel Kant, mamosteyê Nietzsche û dijminê Hegel! Schopenhauer fey   

Pûşper 16, 2019

Nietzscheyê Kûjer - Xwedê Mir

Friedrich Wilhelm Nietzsche di sala 1844an de li Prusyayê ji bavek rahîb û ji dayikek oldar welid&icir   

Gelawêj 5, 2019