Peyva konformîzmê her çiqas wek rêbazek domandina jiyanek rehet û bêxem bîne bîra mirov jî lê esasen têgeha konformîzmê ti eleqa xwe bi vê yekê ve nîn e. Beguman vê peyvê we jî li der û dora xwe ji kesên ku ji rehehetiya xwe hez dikin bihîstine; "ez konformîst im abê" Lêbelê konformîzm ne ev e. Lê çiye ev konformîzm?
Peyva konformîst heya sedsala 19. wek biwêjekê ji kesên ku jiyana xwe li gor rê û rêbaza dêra îngilîzan dîzayn dikin re dihate gotin. Ev peyv Îro jî ji bo kesên ku li gor standardên heyin difikirin û dijîn re tê gotin.
Mirovê konformîst ti carî nikare hespê xwe li gor dilê xwe bibezîne, nikare serî li hember yase, adet û toreyên ku hene derbixe û wan binpê bike. Di ferhenga konformîst de serîhildan nîn e. Mirov dikare bibêje ku konformîst birakê apolitîk û oportinîst e, bi gotineke din konformîzm bûkalemûntî ye. Mirovê konformîst sloganîk e, çimku slogan avêtin ji pirtûkxwendinê hêsantir e! ji bo konformîst qîjewîja qehwexaneyekê ji bêdengiya pirtûkxaneyê xweştir e! Meselen em bêjin fikirîn malzaroka felsefeyê be,jiyan û felsefe jî du insûrên hevseng in loma jî jiyanek bê felsefe pûç e. Lêbelê ji bo konformîst felsefe karê bêkara ye. Nezanîn û bêhajbûn hunerek e. Konformîst li her derê ye, nemaze jî di nav siyasetê de! ji dêvla pirsa çima wilo bû? konformîst dibêje çima wilo kir! Çimku sûcdarkirin ji vekolîna bûyerekê hêsantir e, bo vekolînê fikirîn divê, lê konformîst pêdiviya xwe bi fikirînê nîn e.
Şîrove