Çewa ku di her cimietê de "sergunehek" hebe, sergunehê cimieta felsefeyê jî Max Stirner e!
Stirner di nav salên 1806-1856 de jiyaye. Anarşîstekî egoîst e. Mirov dikare bibêje ku felsefeya wî prototîba "jormirov" ê Nietzsche ye. Li gor Stirner Xwedê jî dewlet jî tenê li meseleyên xwe difikirin naxwe divê mirov jî li ser meseleyên xwe bifikirin û bo berjewendiyên xwe bixebitin. Meselen Stirner wiha dibêje; "Ez û dewlet dijminê hev in, her dewlet despot e, tu dixwazî di destê şexsekî de be yan di a komekê de be." Stirner di navbera salên 1842-1844 de di rojnameyên wê demê de gotarên balkeş û cûrbicûr (wêje, felsefe, huner, siyaset û hwd.) dinivîsîne. Wek endamekî Koma Azadan reveberiya Prusyayê bi tundî şermezar dike û ji bo ku ev rêvebirî hilweşe banga damezrendina yekîneyên otonom dike. Di payîza 1844 de pirtûkek bi navê Der Einzige und sein Eigentum diweşîne. Rexneyên ku li ser wî ji teref Feuerbach, B. Bauer û Hess tên kirin Stirner 1845 de bi gotara -Rezensenten Stirners- dibersivîne.
Her çiqas gelik ramangêr di bin bandûra wî de mabin jî lêbelê heya ji dest wan tê di nivîs, gotar û pirtûkên xwe de qalê nabin ser wî.
Karl Marks piştî pirtûka Stirner dixwîne ji Feuerbach diqete lê nêzikî Stirner jî nabe. Derhal antî Stirner (îdeolojiya Elman) (K. Marx/F.Engels - Werke, Band 3,Dietz Verlag, Berlin 1983) dinivisîne. Engels di nameyek ku ji Marks re dişîne bi aweyekî pesindayîn qala Stirner dike (Engels an Marx in Paris, 19. November 1844. (MEW 27, 11, Max-Stirner-Archiv, Leipzig) Lê piştî bersiva Marks (Engels an Marx in Paris. Barmen, 20. Januar 1845. (MEW 27, 14). Bk. Max-Stirner-Archiv, Leipzig) Engels paş de gav davêje û êdî ez ne di bin bandûra wî de me dibêje.
Martin Heidegger min qet Stirner nexwendiye dibêje (B.A. Laska: Ein dauerhafter Dissident, s. 77, LSR-Verlag 1996).
Arnold Ruge di nameyên xwe de tim pesnê Stirner dide.
Edmund Husserl di ti berhemeke xwe de qala Stirner nake lê bi pistepist be jî hêza wî a şeytanî tîne ziman(B.A. Laska: Ein dauerhafter Dissident, s. 77, LSR-Verlag 1996).
Theodor W. Adorno di sohbeteke xwe de dibêje ku Stirner tekane feylezof e ku gotin ji devê xwe derxistiye.(Helms, Hans G.: Die Ideologie der anonymen Gesellschaft, s.200 DuMont Verlag 1966).
Werhasil Stirner ji ber parastina wî a ferdiyetê û egoîzmê hertim hatiye nalet kirin û sûcdar kirin.
Ferhat Dayan
21.03.2019
çavkanî: www.projektmaxstirner.de, nivîsên H.İbrahim Türkdoğan
Şîrove